PeyamaKurd- Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence li ser kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê de ji Rûsyayê şiroveyan kir. Pence weha got:
“Tirkiye ji Rûsyayê S-400an kiriye û ew jî bo NATO yê rîskeka mezine. Eger Tirkiye dewam bike û sîstema S-400an bikire, wê bi talûka derxistina ji bernameya F-35an re rû bir û bimîne. Divê Tirkiye ji xwe re tiştekî bibjêre. Eger Tirkiye kirîna S-400an temam bike, wê bikeve rîska qelsiya parastina xwe û wan yên ku perçê F-35an hildiberînin, bixe zerarê.”
Pence tevlî bernameya “NOTO digihîne hev: Hevkarî 70 saliye” de, Konseya Atlantîkê, Marshal Fund û Konferansa Munîhê ya Ewlekariyê de ku li Washingtonê hat kirin axifî. Pence weha got:
“Tirkiye ji Rûsyayê bi 2,5 mîlyar dolarî sîstema parastina hewayî ya S-400 kiriye û ev li hemberê hêza tifaqa NATO yê talûkeyeka mezine. Amerîka sîstema Patriotan jê re daye lê ew dewam dike S-400an dikire. Ev jî me dixe nava endîşeyê. Eger dewam bike û S-400an bikire, rîska avêtina Tirkiyê ji bernameya F-35an digre ser xwe. Me şandina alavên F-35an bo Tirkiyê daye rawestandin û me ji hukumeta wan re jî gotiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin