Pence, xwest Raîf Bedewî bê berdan û 2 Iraqiyan xiste nav dorpêçê

Pence, xwest Raîf Bedewî bê berdan û 2 Iraqiyan xiste nav dorpêçê

PeyamaKurd- Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence di derbarê azadiyên olî de rexne li Erebistana Si’ûdiyê kir û bang kir ku Raîf Bedewî serbest bê berdan. Pence ragihandina xwe di civîna wezareta karên derve ya li ser serbestiyên olî de kir.

Pence ne tenha Erebistanê lê kiryarên li Erître, Morîtanya, Kore ya başûr û Pakistanê jî kir û got divê ew kesên olî ku li wan welatan girtîne, serbest bên berdan.

Li Erebistanê Raîf Bedewî ew kese ku malpeya “Lîberalên Si’ûdî yên Azad” avakiribû û 10 sal cezayê zîndanê û cezayê hezar qamçiyan dabûnê.

Li aliyê dinê Pence ragihand ku wan cezayê dorpêçê daye 2 rêvebirên Iraqî ku Îran wan destek dike. Pence got ku dorpêç bi sedema “ îhlala mafên mirovan û bişaftinê ” wan xistine lîsteya dorpêçê. Kesên ku dorpêçan danîne ser wan Nawfal Hammadî El-Sultan û Ahmed El-Cubûrî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin