Pentagon: Çîn, di warê çekan de dikare li Amerîkayê bide!

Pentagon: Çîn, di warê çekan de dikare li Amerîkayê bide!

PeyamaKurd- Paul Freisthler ê ji Ajansa Îstixbaratî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), hişyariyek kir ku Çîn di pêşbaziya pêşvebirina moşekên hîpersonîk ên leza herî berz de ji Rusyayê derbas kiriye û dikare her gavê li baregehên Amerîkî bide.

Paul Freisthler ragihand ku Çîn dikare li baregehên Amerîkî yên li Pasîfîkê bide û hişyar kir ku "Çekên ku dikarin her kêliyê li baregehên Amerîkî bidin, bi serfirazî hatine ceribandin.”

Freisthler di dewama agahiyên xwe de got, "Di hewaya pêşbaziya stratejîk de bûyerên van çend salên dawî eşkere dikin ku hevrikên me kapasîteyên bi mebesta ku Amerîkayê di xetereyê de bihêlin, bi pêş dixin. Di vî warî de hem şiyanên nukleerî hem jî yên konvansiyonel hene."

Freisthler bal kişand ku Çîn di çekên hîpersonîk de li pêş e û got, "Tevî ku hem Çîn û hem jî Rusya gelek ceribandinên çekên hîpersonîk ên serkeftî pêk hanîne û dibe ku pergalên operasyonê li qadê bi cih bînin, lê Çîn hem ji aliyê binesaziya piştgiriyê û hem jî ji aliyê hejmara pergalan ve li pêşiya Rusyayê ye.”

Freisthler got ku Çîn motorên bilez ên bi navê "scramjets" bi pêş dixe ku sotemeniya qismî bi mêjkirin û şewitandina hewayê li dora xwe peyda dike û ev gefek e ku çekên heyî hîn bihêztir bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin