Pentagon: Di destê me de delîl tineye

Pentagon: Di destê me de delîl tineye

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku di destê wan ti delîl tineye ku li Afxanistanê, îstîxbarata Rûsyayê pere daye an dide Talîbanê an rêxistinên bi Talîbanê ve girêdayîne da êrîşê hêzên Amerîkayê û koalîsyonê bikin. Li ser mijarê berdevkê Pentragonê Jonathan Hoffman weha got:

“Wezareta bergiriyê li ser mijara ku ajanên Rûsyayê yên GRU yê, li Afxanistanê ketine hewldanên dijminahiyê yên li dijî hêzên Amerîkayê û koalîsyonê, lêkolîna xwe dewam dike. Heya îro di çavkaniyên aşkera yên Pentagonê de delîlekî ku vê gotinê sererast bike tine ye.”

Rojnama New York Timesê nûçeyekî belav kiribû û gotibû ku wan ji hinek rêvebirên îstîxbaratê hîn kirine ku îstîxbarata Rûsyayê bi hinek sûîkastên li Awrûpayê re têkiliya wan heye û li Afxanistanê bo Talîbanê pere teklîf kirine da leşkerên Amerîkayê bikujin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin