Pentagon: Ji bo Xezzeyê hevdîtinên rêya alternatîf didomin

Pentagon: Ji bo Xezzeyê hevdîtinên rêya alternatîf didomin

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya DYAyê diyar kir ku danûstandinên ji bo dabînkirina rêyên alternatîf ên ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê didomin.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên der barê geşedanên heyî de bersivandin.

Patrick Ryder agahî parve kir ku muzakereyên di navbera DYA, Îsraîl û Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê Xezzeyê de û di derbarê xebatên hevpar ên ji bo diyarkirina rêyên alternatîf ji bo veguheztina bi ewle ya personel û baran didomin.

Ryder got, "Bi vî awayî liv û tevgerên ji tesîsa demborî, qada kombûnê (li qeraxê) îro ji nû ve dest pê kirin. Ji ber vê yekê em texmîn dikin ku heta şert û merc destûrê bidin wê di rojên pêş de alîkarî li vir bê belavkirin."

Ryder diyar kir ku ji 17e Gulane vir ve ji 569 metre tonan zêdetir alikarî gihandine Xezzeyê û got, mebest ew e ku alîkariyê bigihînin Filîstineyen ku "pir hewcedariya wan bi wan heye."

Ryder destnîşan kir ku kamyonên alîkariyê ji aliyê "hin kesan" ve hatin rawestandin û malzemeyên alîkariyê yên di wesayitan de hatin desteserkirin û wiha got: "Ji bo veguheztina bi ewle ya bar rêyên alternatîf hatin diyarkirin û ji bo ku zêdetir li seranserê Xezzeyê bên belavkirin ji bo embaran hatin şandin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin