PeyamaKurd - Berdevkê Qesra Kremlinê Dmitriy Peskov, li Moskovayê bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê geşedanên dawî yên şerê Ukraynayê de da. Peskov ragihand ku heke Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky fermanê bide artêşa xwe ku ji herêmên di bin kontrola Rûsyayê de vekişe, şer dikare di nav heman rojê de bi dawî bibe.
Piştî êrîşên asmanî yên berfireh ên Rûsyayê ku tê de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn, ji Peskov hat pirsîn. Berdevkê Kremlinê diyar kir ku ji ber "çalakiyên terorî yên hov" ên artêşa Ukraynayê yên li dijî sivîlan, şerê li Ukraynayê ketiye "paradigmeyeke bi temamî cuda" û got: "Heke rejîma Kiyevê bi zanyarî çalakiyên wiha yên hov li dijî sivîl û zarokan bike, wê çaxê ev rûdaneke bi temamî cuda ye."
Peskov diyar kir ku Rûsya tenê armancên leşkerî yên li Kiyev û bajarên din hedef digire. Her wiha da zanîn ku proseya aştiyê ya Ukraynayê niha hatiye rawestandin, lê peywendiyên wan bi Amerîkayê re berdewam dikin û ew wekî Rûsya ji bo danûstandinên aştiyê vekirî ne.
Şertê Moskovayê Ji Bo Dawîanîna Şer
Peskov tekez kir ku ji bo rawestandina şer pêngava sereke di destê Kiyevê de ye û anî zimên: "Ji bo ku şer di nav rojê de bi dawî bibe, divê Zelensky fermanê bide artêşa xwe ku ji xaka Rûsyayê vekişe."
Rêveberiya Moskovayê ji bo bidawîbûna şer daxwaz dike ku leşkerên Ukraynayê ji wan her çar herêmên ku Rûsyayê di sala 2022yan de wekî xaka xwe ragihandibûn, vekişin. Li aliyê din, rêveberiya Ukraynayê vê daxwazê wekî "dagirkirina xakê" dinirxîne û red dike. Ev rageşî piştî ku di 22yê Gulanê de li Luhanskê êrîşî xewgeheke xwendekaran hatibû kirin û 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû, hîn zêdetir gur bubu.