PDKê spasiya Hevpeymaniyê kir: Westgeheke dîrokî ye

PDKê spasiya Hevpeymaniyê kir: Westgeheke dîrokî ye

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê bi boneya bidawîhatina fermî ya erka leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî û ragihandina "Roja Serweriyê" daxuyaniyek belav kir û ev pêngav wekî "westgeheke dîrokî ya bo bidestxistina serweriya tam" binav kir.

Fraksiyonê spasiya hemû welat û hêzên hevpeyman kir ku di dema şerê li dijî DAIŞê de mil bi milê Pêşmerge û hêzên ewlehiyê şer kirine û qurbanî dane.

Derbarê paşeroja siyasî de jî Fraksiyona PDKê tekez kir ku aramiya mayînde bi serweriya yasa, saziyên dewletê û berhevkirina hemû çekan di bin banê fermî de misoger dibe û divê biryara şer û aştiyê tenê di destê dewletê de be.

Her wiha bal kişand ser girîngiya berdewamkirina peywendiyên bi civaka navdewletî re, xurtkirina hevahengiya navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê û parastina mafên hemû pêkhateyan di bin sîbera destûrê de.