PeyamaKurd - Di hilbijartinên navîn ên Kongreya DYAê de Partiya Demokrat serkeftineke mezin û dîrokî bi dest xist. Li gorî encamên destpêkê, Demokratan bi 53 kursiyan piraniya Senatoyê ji Komarparêzan stendin û di Meclisa Nûneran de jî hejmara kursiyên xwe gihandin 220.
Di vê hilbijartinê de Demokratan navendên serekî yên Komarparêzan şikandin; li Kansasê piştî 94 salan, li Texasê piştî 38 salan yekem car kursiyên Senatoyê bi dest xistin.
Her wiha Gina Hinojosa piştî 36 salan bû yekemîn valiya Demokrat û yekemîn valiya jin a Latînî li Texasê.
Di aliyê din ê hilbijartinan de, encamên girîng ên civakî û siyasî hatin wergirtin. Li Georgia Keisha Lance Bottoms bû yekemîn valiya reşpêst a eyaletê û li New Yorkê jî Aber Kawas bû yekemîn jina misilman a bi eslê xwe Filistînî ku derbasî Senatoya Eyaletê dibe.
Ev guherîna mezin a li Kongreyê, ku dê endamên wê di 3ê Kanûna Paşîn a 2027an de dest bi kar bikin, dê astengiyên gelekî mezin li pêşiya siyaset, budçe û biryarên serok Donald Trump çêbike.