Trump winda kir: Demokratan piraniya Meclîsa Nûneran bi dest xist

Trump winda kir: Demokratan piraniya Meclîsa Nûneran bi dest xist

PeyamaKurd - Li gorî encamên destpêkê yên nefermî yên hilbijartinên navîn ên 3ê Mijdarê li DYAyê, Partiya Demokrat bi kêmî ve 244 kursî di Meclîsa Nûneran de bi dest xistin û piraniya meclisê kontrol kirin.

Encam nîşan didin ku ji ber bihabûna sotemenî, xwarin û kelûpelan a di encama şerê Îranê de, helwesta dengderan li dijî siyasetên rêveberiya Donald Trump guheriye.

Bi vê serkeftinê re, tê çaverêkirin ku Hakeem Jeffries bibe yekemîn serokê Meclîsa Nûneran û Demokrat di 3ê Çileya 2027an de dest bi îdarekirina meclîsê bikin.

Ev guherîn dê astengiyên mezin li pêşiya rêveberiya Trump çêbike. Demokrat dê serokatiya komîteyên girîng werbigirin û rêjeya kontrola li ser siyasetên Trump a bazirganî û malbata wî zêde bikin.

Her wiha aliyên Demokrat behsa îhtimala destpêkirina proseyeke nû ya ezilkirinê (lêpirsîna dûrxistinê) bo cara sêyem li dijî Trump dikin. Zêdetirî vê, pirsên wekî sekinandina şerê Îranê, sererastkirina budçeya tenduristiyê û sînordarkirina desthilatên gumrûkê di rêza yekem a rojeva nû ya meclîsê de ne.