Trump bersiva Demokratan da: Ne em Îran ji neçarî rûnişt ser masê

Trump bersiva Demokratan da: Ne em Îran ji neçarî rûnişt ser masê

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, bersiva yên ku peymana dawî ya ligel Tehranê rexne dikin da.

Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî li ser rexneyên Demokratan got, ev şerê dawî hêza leşkerî ya Îranê bi temamî hilweşandiye û wiha pê de çû:

"Ev şer bû sedem ku Îran qels bibe. Êdî ne hêza wan a asmanî, ne deryayî, ne sîstema parastina asmanî, ne radar û ne jî tu tiştekî wan ê din maye. Tevî vê yekê jî Demokrat dibêjin rewşa Îranê ya îro ji ya berî çar mehan çêtir e. Gelo hûn dikarin bi rastî ji vê bawer bikin? Hin mirov çawa dikarin ewqas kêmhiş bin?"

Trump bal kişand ser prosesa danûstandinên 60 rojî û destnîşan kir ku Amerîka ji ber hewcedariyê neçûye ser masê, lê belê Tehran ji ber bêçaretiyê neçar maye ku lihevkirinê qebûl bike.

Serokê Amerîkayê got: "Yên ku ji ber bêçaretiyê rûniştin ser masê ne em bûn, Îran bû. Karê wan êdî qediya ye. Em ê vê dema 60 rojî ya peymanî temam bikin. Lê belê ji bo wan yek qiruş jî tune ye, ew ê deh sentan jî ji me wernegrin."