PeyamaKurd – Serokê Rûsya Vladimir Putin, bi awayekî erênî li çêkirîna dîyaloga bi Yekîtiya Ewropa (YE) re dinêre.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re diyar kir, pêwîstî bi dîyaloga Rûsya û YEyê heye.
Peskov da zanîn: ‘‘Bi rastî jî pêwîstî bi dîyaloga Bruksel û Moskowê heye û em bi erênî pêşnîyazên ser dîyalogê dinêrin.’’
Karbidestên Fransa û Almanya roja Çarşemê bo pêşdebirina pêwendiyên bi Putin re ser hilcivînê pêşniyazek kirin ku ji 2014an vir ve di navbera wan de tiştekî wisa çênebûye.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî roja Pêncşemê eşkere kiribû, divê YE bi Putin re pêwendiyeke rastexwe çêke.
Peskov destnîşan kir, ji bo hilcivîna Rûsya û YE, hîn ti amedehî tune ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin