PeyamaKurd – Qesra Kremlînê daxwaza Zelenskî ya ji bo mizakereyan bi erênî dibîne, lê diyar dike ku ne qanûnî ye ku ew li ser Ûkraynayê bi Rûsyayê re rûnê.
Berdevkê Qesra Kremlînê Dîmîtrî Peskov got, daxwaza Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ya ji bo mizakereyên aştiyê erênî ye. Lê wî destnîşan kir ku ne qanûnî ye ku Zelenskî bi Rûsyayê re rûnê.
Peskov li Moskowê axivî û nameya Zelenskî ya ji Trump re nirxand.
Wî destnîşankir ku helwêsta wan erênî ye, lê astengî hene.
Peskov diyar kir, Mînsk ji bo mizakereyan guncav e, lê hêj gotûbêj nehatine kirin.
Wî got, Pûtin û serokê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko dibe li ser hin xalên kêmpeyda biaxivin, lê plan tune.
Peskov derbarê Îranê de jî got,
“Pirsgirêka nûkleerî bi rêyên aştiyane çareser bibe. Rûsya amade ye, Amerîka bi vê dizane.”
Peskov helwêsta Rûsyayê ya ji bo dîplomasiyê rave kir. Lê wî qebûl kir ku li Ûkraynayê astengî hene, li Îranê jî aşitî tê xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin