Peymana Washington û Tehranê:14 xalên aştiyê hatin eşkere kirin

Peymana Washington û Tehranê:14 xalên aştiyê hatin eşkere kirin

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Mehrê, hûrgiliyên peymana aştiyê ya 14 xalan a di navbera Amerîka û Îranê de belav kir ku li gorî wê, tê çaverêkirin şer û alozî li ser hemû eniyan, bi taybetî li Lubnanê, raste rast werin rawestandin.

Li gorî daxuyaniyê, Washington dixwazê ku serweriya Îranê biparêze, hêzên xwe yên serbazî ji herêmê vekişîne û dorpêça deryayî di nav 30 rojan de rake.

 Rojnameya Financial Timesê ragihand ku li gorî şertên peymanê, piştî paqijkirina mayînan, Tengava Hurmizê dê di nav 30 rojan de qonax bi qonax ji bo hatûçûna keştiyan bê vekirin û Tehranê qebûl kiriye ku heta 60 rojan tu xercî an bacê ji keştiyên derbasbûyî nestînê. Her weha hat diyarkirin ku Amerîka û hevpeymanên wê dê planeke ji bo jinûve avakirina Îranê ya bi bihayê herî kêm 300 milyar dolar pêşkêş bikin.

Dosyeya nukleerî, fînans û helwesta dagerker a Trump

Li aliyê din, peyman diyar dike ku divê di nav 60 rojan de ji bo rakirina mueyîdeyên Encûmena Wezîran a Ewlehiyê ya NY û Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (UAEA) gotûbêj bên kirin; her weha Îranê berpirsiyarî xwe ya ji bo çênekirina çekên nukleerî nû kiriye. Li gorî zanyariyên FT’yê, Îranê xwediyê 9 ton uranyuma zengînkirî ye ku 440 kîloya wê di asta çekên leşkerî de ye; lê di peymanê de hatiye mîsogergerkirin ku bernameya mûşekî û grûpên berxwedanê bi temamî ji rojevê hatine derxistin.

Berî destpêkirina danûstandinên dawî, divê 24 milyar dolar fonên Îranê yên cemidandî werin azadkirin ku nîvê wê (12 milyar dolar) dê wekî pêşmerç bê radestkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibu ku ev peyman pêşî dê bi awayê elektronîk bê îmzekirin û paşê serkirde dê li Ewropayê bicivin; Serokwezîrê Pakistanê Şerîf jî destnîşan kir ku ev merasîma lûtkeyê dê li Swîsreyê bê lidarxistin daku tu xitimandina dîplomatîk rû nede.