Pizişkiyan: Heta êrîş berdewam bikin, axaftina li ser agirbestê bêwate ye

Pizişkiyan: Heta êrîş berdewam bikin, axaftina li ser agirbestê bêwate ye

PeyamaKurd - Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku heta ku ew piştrast nebe ku careke din êrîş li welatê wî nayê kirin, axaftina li ser rawestandina êrîşan bêwate ye.

Pizişkiyan doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê naveroka pêwendiya xwe ya bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re daxuyaniyek da.

Serok Pizişkiyan di axaftina xwe ya bi Macron re de diyar kir ku welatê wî ev şer dest pê nekiriye û got, "Parastina li dijî êrîşan mafekî xwezayî ye ku em hemî dizanin. Heta ku em piştrast nebin ku axa me careke din êrîş lê nayê kirin, axaftina li ser rawestandina êrîşan bêwate ye."

Pizişkiyan wiha domand:

"Bikaranîna baregehên Amerîkî li herêmê li dijî Îranê bi armanca têkbirina têkiliyên me bi cîranên me re divê bi dawî bibe.

Aştî û aramiya li herêmê bi paşguhkirina êrîşên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê nayê bidestxistin. Îran wê teslîmî zordaran nebe."

Serokkomarê Îranê Pizişkiyan tekez kir ku ew li bendê ne ku civaka navneteweyî êrîşên Amerîka û Îsraîlê şermezar bike û "êrîşkaran razî bike ku rêzê li hiqûqa navneteweyî bigirin", û got, "Destpêkirina şerekî li ser bingeha agahiyên derew û bi armanca fetihkirina welatekî kiryarek serdema navîn e di sedsala 21an de."