PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Mohsen Naqvi li Tehranê civînek 90 deqîqeyî li dar xistin.
Li gorî daxuyaniyek ji Serokatiya Îranê, Pezeşkiyan û Naqvi li ser pêvajoya agirbestê axivîn.
Di hevdîtinê de, Pezeşkiyan behsa hewldanên Pakistanê di pêvajoya agirbestê de kir û hêviya xwe anî ziman ku destpêşxeriyên dîplomatîk wê bibin alîkar ku aştî pêk were.
Pezeşkiyan diyar kir ku êrîş û sûîkatên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê nayên qebûlkirin û got ku armanca sereke afirandina bêîstîqrariyê li welêt û hilweşandina hikûmetê bû, lê ji ber helwesta biryardar a gelê Îranê ew nekarîne bigihîjin vê armancê.
Pezeşkiyan diyar kir ku DYA û Îsraîl hewl didin bi çekdarkirina komên cuda cuda di hundurê welêt de bêewlehiyê biafirînin û tekez kir ku Afganistan, Pakistan û Iraqê nehiştine ku axên wan ji bo êrîşên li dijî Îranê werin bikaranîn û ji bo vê yekê spasiya xwe ji van welatan re anî ziman.
Pezeşkiyan destnîşan kir ku derfetek heye ku bazirganiya di navbera Îran û Pakistanê de bêtir zêde bibe û girîngiya tevgerîna welatên Îslamî bi yekîtî, nemaze li dijî êrîşên ji derveyî herêmê tên, tekez kir.
Naqvî, ji aliyê xwe ve, bal kişand ser rola welatê xwe di pêvajoya agirbestê de û destnîşan kir ku welatê wî û Îran her gav têkiliyên nêzîk hebûn.
Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Îskender Momenî û Wezîrê Karên Derve Ebas Araqçî jî di civînê de amade bûn.
Piştî hevdîtina xwe ya bi Pezeşkiyan re, Naqvî bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Bager Qalibaf re civiya.