PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan di civîna Onlîne ya Konseya Planakirin û Geşepêdanê ya Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat de nirxandinên giran derbarê rewşa aborî û civakî ya welat de kirin.
Pezeşkîyan ragihand ku ji Şoreşa 1979an vir ve (di nav 48 salan de) Îran yekem car e ku rastî zext û zehmetiyên awqasî giran tê.
Wî bal kişand ser hewldanên bêîstîqrar kirina welat û got ku dijmin rênîşan û berpirsên bilind ên Îranê dixwazin bikin armanc.
Bal kişand ser kûrkirina krîzên aborî û civakî, PezeŞkîyan diyar kir ku ji bo derbaskirina van rojên dijwar pêwîstî bi piştevaniya giran a li tax û navçeyan heye û banga vejandina ruhê hevgirtinê yên salên pêşîn ên şoreşê kir.
Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku tevî van hemû zext û geşedanan jî, yekîtî û tebaya navxweyî ya civakê kûrtir û xurttir bûye.