Trump: Îranê derfeta zêrîn ji dest da, cezayên herî giran dest pê dikin

Trump: Îranê derfeta zêrîn ji dest da, cezayên herî giran dest pê dikin

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê ragihand ku wan li hemberî Îranê dijwartirîn operasyona cezayên aborî ku heta niha di dîrokê de li ser welatekî hatibe meşandin dest pê kiriye.

Trump diyar kir ku wan derfeta mezin dabû Îranê da ku bi DYAyê re lihevkirinekê pêk bîne, lê rêveberiya Tehranê ev derfeta zêrîn ji dest da.

Trump bal kişand ser amadekariya welatên din û hişyarî da ku hemû welat, saziyên darayî, şîrketên keştîvaniyê û firokexaneyên ku bi her awayî bixwazin bibe piştgirê Îranê, dê rûbirûyî encamên aborî yên pir giran bibin.

Serokê DYAyê anî ziman ku ev biryar ji bo tecrîdkirina Îranê pêngaveke stratejîk e û got: "Ev operasyona mezin dê Îranê û şiyana wê ya belavkirina terorê li cîhanê felç bike. Îran dê ti carî nebe xwediyê çekên atomî."