PeyamaKurd - Serokê DYA'yê Donald Trump di dema vegara xwe ya ji New Jerseyê ber bi Washingtonê de eşkere kir ku muzakerên ligel Îranê wê îro ji nû ve dest pê bikin.
Trump anî zimên ku hevdîtinên ligel Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Îranê bûn sedem ku planên wan ên ji bo "êrîşeke mezin" ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem wêneya wê nehatiye dîtin ragirin.
Trump diyar kir ku ji ber daxwaza welatên cîran wî biryara sekinandina êrîşê daye û hûrgiliyên van hevdîtinan ji bo raya giştî hatin eşkerekirin.
Trump anî ziman ku ew gelekî hêvîdar e ku li ser vekirina Tengava Hurmizê û bêçekkirina nukleerî ya Îranê lihevkirinek çêbibe da ku jiyana gelek mirovan rizgar bibe.
.