Pezeşkiyan ji bo alîkariyan spasiya Alîyev û Azerbaycanê kir

Pezeşkiyan ji bo alîkariyan spasiya Alîyev û Azerbaycanê kir

PeyamaKurd - Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ku ji bo beşdarbûna civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê li bajarê Bîşkekê yê Qirxizistanê ye û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan civiyan.

Di hevdîtinê de Pezeşkiyan ji ber alîkariyên mirovî yên Azerbaycanê di vê rewşa dijwar de spasiya Aliyev kir.

Pezeşkiyan tekez kir ku têkiliyên her du welatan biratî ne û dixwazin peywendiyên di hemû waran de bipêş bixin.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev jî anî ziman ku alîkariya wan nimûneya biratiyê ye û piştrast kir ku Azerbaycan ji bo çareserkirina aloziyên li dora Îranê alîgirê rêyên aştî û diyalogê ye.