PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşt paytexta Pakistanê û li wir ligel Serokkomarê Pakistanê Asif Ali Zardari civiya.
Di hevdîtinê de, her du serokan li ser ewlehiya herêmî, aştiya navdewletî, hevkariyên aborî û peywendiyên dualî guftûgo kirin.
Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Ishaq Dar jî amade bûn.
Serokkomarê Pakistanê Asif Ali Zardari, hevtayê xwe Mesûd Pezeşkiyan ji ber îmzekirina "Rêkeftina Îslamabadê" pîroz kir û hêvî xwest ku danûstandinên teknîkî yên li Swîsreyê ji bo aştiya herêmî encamên mayînde bidin.
Zardari herwiha tekez kir ku Pakistan li dijî pêngavên yekalî ye û piştgiriya xwe ya bo serwerî û parastina axa Îranê dubare kir. Zardari, ji ber mirina Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney careke din sersaxî da Pezeşkiyan û got ku şanda Pakistanê dê beşdarî merasîma cenazeyê li Tahranê bibe.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî ji ber hewl û xebatên avaker ên Pakistanê yên ji bo piştevaniya aştî û dîplomasiyê spasiya Zardari kir û wiha got:
"Îran di vê serdemê û di nav şert û mercên dijwar de spasiya piştgiriya girîng a Pakistanê dike. Tehran qîmeteke mezin dide peywendiyên ligel Îslamabadê û em dixwazin di warên siyasî, aborî, ewlehî û herêmî de hevkariyên xwe hîn zêdetir berfireh bikin."