Pezeşkiyan: Niyeta me nîne ji daxwazên xwe paşde gav bavêjin

Pezeşkiyan: Niyeta me nîne ji daxwazên xwe paşde gav bavêjin

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, ji bo televîzyona fermî ya dewletê re axivî û behsa peşniyara nû ya welatê xwe bo Amerîkayê kir.

Pezeşkiyan, li ser daxwazên ku di ser Pakistanê re ji Amerîkayê re hatine şandin tekez kir ku ji bo çareserkirina aloziyên serbazî û siyasî yên li herêmê, ti niyeta wan nîne ku ji daxwazên xwe yên serekî paşde gav bavêjin.

Serokomarê Îranê got: “Em danûstandinan bi rûmet û serbilindî dimeşînin. Em ê serî li ber ti hêzê netewînin û rûmeta welatê xwe ji bo rehetî û daxwazên hinek aliyên din feda nekin.”

Hûrgiliyên peymana 14 xalî û armanca Tehranê

Medyaya Îranê hûrgiliyên nû yên vê pêşniyara revizekirî parve kirin. Li gorî nûçeypan, pakêta nû ya ku pêşkêşî rêveberiya Washingtonê hatiye kirin ji 14 xalên serekî pêk tê.

Hat eşkere kirin ku ev nivîsara dîplomatîk bi giranî li ser rawestandina dijminatiyên serbazî yên li herêmê, kêmkirina rageşiya li deryayan û avakirina pêngavên baweriyê di navbera her du aliyan de hatiye avakirin da ku rê li ber agirbesteke demdirêj veke.