Pîlotê balafira ji Dûbaiyê diçû Tel Avivê xwest balafirê bixîne

Pîlotê balafira ji Dûbaiyê diçû Tel Avivê xwest balafirê bixîne

PeyamaKurd – Balafira ji Dubaiyê diçû Tel Avivê ya sefera jimare FZ1073, bi sedema di ciyê pîlot de an ku di kokpitte de, pîlotekî bi kêrê li pîlotê dinê xist û xwest balafirê bixîne, ji balafirê hawara ‘7500 ya revandina balafirê‘ dan.

Di balafirê de dema bûyer çêbû û hawar giha Îsraîlê, balafirên şer yên Îsraîlê bi hewa ketin. Bi mudaxeleya muretebat û rêwiyan nehiştin di balafirê de bûyerekî xerab biqewime. Ji ber bûyerê balafir xwe danî balafirxaneya Erebistana Sa’ûdiyê.

Li gor çapemeniya Îsraîlê; di balafirê de ji bilî muretebatan 174-180 rêwî hebûn ku piraniya wan Îsraîlî bûn û di nav wan de 27 zarok hebûn.

Dema balafir ji Îmaratan ji Dubaiyê bi hewa ket ku here balafirgeha Îsraîlê ya Ben Gurionê, balafira Boeing 737 MAX 8 li ser îşaretên hewayî yên lezgîn da. Dema balafir di seha hewa Urdinê de bû, “hawara mudaxeleya derve/revandinê” da. Paşî hawarê bir asta Squawk 7500.

Li gor çapemeniya Îsraîlê; rayedarekî Îsraîlê gotiye di ciyê pîlot de di navbera her dû pîlotan de şer derketiye. Yek ji pîlotan yê dinê birîndar kiriye û xwestiye balafirê bixîne.

Pîlotê xwestiye ber li yê dinê bigre, birîndar bûye û bi xêra rêwiyan pîlotê dinê bê bandor kirine lê nehat gotin bê çima pîlot xwestiye balafirê bixîne.