Pistî Holanda û Denmarkê, Belçîkayê jî operasyona tehlîyekirinê ya Afganistanê rawestand

Pistî Holanda û Denmarkê, Belçîkayê jî operasyona tehlîyekirinê ya Afganistanê rawestand

PeyamaKurd – Piştî welatên Holanda û Denmarkê, Belçîkayê jî operasyonên tehlîyekirinê yên ji Afganistanê rawestand.

Serokwezîr Belçîkayê Alexander de Croo, ragihand ku wan ji ber sedema xeteriya êrîşên terorê tehliyeyên ji ser Balafirgeha Kabulê rawestandiye ku heta niha wan kariye zêdetirî Hezar û 400 kesan tehliye bikin.

De Croo, di civîna rojnamevanî de diyar kir, wan rewşa Afganistanê ya heyî li ber çavan girtiye û bi şêwra şirîkên xwe yên ewropî ew biryar daye.

Herwiha Serokwezîrê Belçîkayê destnîşan kir ku wan piştî agahdarkirina rayedarên amerîkî ya li ser metirsa êrîşên xwekujî li balafirgeha Kabulê ew biryar standiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin