PeyamaKurd - Medyaya Somalîyê ragihand ku Îmarat amadekariya însiyatîfeke dîplomatîk a berfireh dike daku welatên din razî bike ku serxwebûna Somalilandê bi fermî nas bikin. Ev gava Îmaratê piştî biryara dîrokî ya Îsraîlê tê ku di Kanûna 2025an de Somaliland wekî dewlet nas kiribû.
Îmarat li pey hevpeymanên nû ye
Tê îdiakirin ku rêveberiya Ebû Dabî hewl dide welatên wekî Arjentîn, Komara Domînik, Eswatînî, Fas û Zambiyayê razî bike daku Somalilandê wekî dewleteke serbixwe nas bikin. Tê gotin ku Îmarat dixwaze vê pêvajoyê heta 18ê Gulanê ango roja serxwebûna Somalilandê bi dawî bike.
Herwiha hate diyarkirin ku di berdêla vê naskirinê de Îmaratê teşwîqên darayî pêşkêşî van welatan kiriye.
Berjewendiyên stratejîk
Sedema sereke ya vê helwesta Îmaratê bi berjewendiyên wê yên aborî û stratejîk ên li Deryaya Sor û Kendava Adenê ve girêdayî ye. Bendera Berbera ku ji aliyê şirketên Îmaratê ve tê birêvebirin, ji bo Ebû Dabî projeya herî girîng a li "Stîriya Afrîkayê" (Horn of Africa) ye. Naskirina Somalilandê dê statuya qanûnî ya vê benderê xurtir bike û bandora Îmaratê ya li ser rêyên deryayî yên cîhanî zêdetir bike.