Piştî muzakereyên 21 seetan DYA û Îran li hev nekirin

Piştî muzakereyên 21 seetan DYA û Îran li hev nekirin

PeyamaKurd – 21 seete ku heyetên Îranê û Amerîkayê li payîtexta Pakistanê li Îslamabadê hevdîtinan dikin lê her dû teref li hev nekirin. Li ser encamê cîgirê serokê DYAyê JD Vance got:

“Bê em li hev bikin em dadgerin welatê xwe. Îrane nexwest şertên me qebûl bike. Îranê di mijara çekên nuklerî de soz neda me.”

Terefê Îranê jî ji TV ya dewletê ya Îranê got ku şertên DYAê gelek zêdene û giranin, lewra wan li hev nekiriye.

Vance li ser mijarê weha dewam kir:

“21 seete em li ser mijarê meşxûlin û me bi Îraniyan re gelek hevdîtinan kir. Ev xeberekî baş e. Xebera xerab ew e ku em negihan ti encamê. Ez dibêjim ji DYAyê bêhtir ji bo Îranê xeberekî xerab e. Ji ber wê, em bê li hev bikin dadigerin welatê xwe.”