Piştî nerazîbûna Kurdên Sûriyeyê li dijî 'dabeşkirina 4 kursiyan' lîsteyên hilbijartinê hatin nûjenkirin

Piştî nerazîbûna Kurdên Sûriyeyê li dijî 'dabeşkirina 4 kursiyan' lîsteyên hilbijartinê hatin nûjenkirin

PeyamaKurd - Piştî nerazîbûnên partî û rêxistinên Kurdî yên li Rojava derbarê veqetandina tenê 4 kursiyan di parlementoyê de ji wan re, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê lîsteyên hilbijartinê sererast kir. Navên nû hatine zêdekirin û komîteyên yasayî ji bo çavdêriya pêvajoya hilbijartinê hatine damezrandin.

Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel ku bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve girêdayî ye, piştî nerazîbûnên partî û rêxistinên siyasî yên Kurd ên li Rojava lîsteyên hilbijartinê nû kir.

Komîteyê ragihand ku navên nû li lîsteya dawî ya Ofîsa Hilbijartinê ya li Qamîşlo, parêzgeha Hesekê hatine zêdekirin. Herwiha hat ragihandin ku Komîteyên Çavdêriya Yasayî li ofîsên hilbijartinê yên Kobanî, Qamişlo, Hesekê û Dêrikê hatine damezrandin.

Ev komîte wê çavdêriya xebata pêvajoya hilbijartinê bikin û çavdêriya pêkanîna prosedurên yasayî bikin.

Komîteya Bilind berê lîsteyên namzedên dawî yên lijneyên hilbijartinê yên li Hesekê, Qamîşlo, Dêrik û Kobaniyê ji raya giştî re eşkere kiribû. Lêbelê, 24 partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî li Rojava bi tundî rexne li veqetandina tenê 4 kursiyan ji bo Kurdan di parlementoya Sûriyeyê de girtin.

Di daxuyaniyek hevbeş de, wan îdia kir ku Kurd ku nêzîkî ji sedî 20ê nifûsa Sûriyeyê pêk tînin, divê di parlementoya 210 kursiyan de bi kêmî ve 40 wekîlan werin temsîlkirin.