Îran li dijî Kurdên Rojhilat dronên 'Arash-2' bikartîne

Îran li dijî Kurdên Rojhilat dronên 'Arash-2' bikartîne

PeyamaKurd – Pisporê dronan û İHAyan Federico Borsari li ser êrîşên ser Herêma Kurdistanê yên ser Erbîlê û Silêmaniyê got ku sîstema bergiriyê qismen serkeftîne lê erdnîgarîya herêmê di bergiriyê de kêmasiyê diafirîne. Borsarî got:

“Di erdnîgariya bi zahmet û çiya de, radar bi zahmetî tesbîta dronan dikin. Ev rewş dike ku dron bigihên hedefên xwe.”

Lêkolînerê Navenda Analîza Siyasî ya Ewrûpa (CEPA) û pisporê alavên hewayî yên bêmirov (İHA) Federico Borsari, tevlî bernama Rûdawê bû, şiroveya şerê Îran-DYA-Îsrail kir û behsa ‘dîplomasiya dronan û şerê wê’ kir.

Borsari, got ku Îran li dijî herêma Kurdistanê, raste rast İHAyên herî pêşkeftî, di nav wan de yên "Arash-2" bikartîne. Borsari, got ku ev ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê lê ji bo temamê welatên Kendavê ne. Pêdivî bi sensor û tora radaran heye da ber li wan bigrin.

Borsanî balê kişand ser çekên di êrîşên ser Herêma Kurdistanê de tên bikaranîn, behsa cûreyên wan çekan kir û balê kişand ser çekên ku ji envanterên Îranê raste rast tên û bi karanîn kir û ferqa êrîşên ku ji aliyê wekîlên Îranê de tên kirin û weha got:

“Hevkarên Îranê yên li Iraqê bi giştî 'Shahed 101', 'Shahed 107' û 'Samad-2' yanî dronên ku asta wan kême bikartînin. Şiyanên wan yên teqemeniyê di navbera 10 û 20 kîloyî de ne. Lê çend roj berê me dît ku hêzên bejayiya Îranê li hemberê herêma Kurdistanê dronên  'Arash-2' bikaranî. Ev drone, şiyanên wan di navbera 70 û 90 kîloyî de ne. Şiyanên wan yên di seha hewayî ya Îsraîlê de di bin %10an de ye.”

Tevî asta şiyana teknolojiya Îranê bilinde jî, bi zahmetî dikare xwe bigihîne seha hewayî ya Îsraîlê û di sehayê de serkeftina wê zahmete û Borsarî got:

“Îhtîmala derbaskirina seha hewayî ya dronên Îranê ji bo Îsraîlê di bin %10an de ye. Sîstemên bergiriya hewayî yên Îsraîlê Qubeyên Hesin, Arrow û Berkaniya Dawûd li hemberê tehdîdên dronan gelek bi tecrube ne. Carna, ji bo dron van sîsteman derbas bikin, ji teknolojiyê bêhtir desthilata jimaran girînge û ji aliyê koordînasyonê de jî. Îran ji bo sîstema Îsraîlê meşxûl bike, di heman wextê de, ji bergehên cuda û jimareyekî zêde dronan dişîne.”

Borsari, li ser mijara bihabûna xistina dron û fuzeyan got ku dibêjin ji bo dronekî bi 20 hezar dolarî bixînin, fuzeyekî bi 1 milyonî bikartînin û got ku ev her wext rast nîne û dewam kir:

“Di destê me de ti agahî nîne ku Îsraîl, DYA an welatên Kendavê fuzeyên biha bikartînin. Gelek caran balafirên şer bi hewa dikevin û dronan îmha dikin. Maliyeta vêya ji ya bikaranîna sîstema Patriotan kêmtire. Divê mirov qiyasa fuze û dronan bike ku armanca her dû yan cuda ye. Fuzeyên balistik bêhtir xesarê didin lê dron ji bo ew hedefên ku bergiriya wan nîne ne û ji fuzeyan talûketirin.”