Pistî Praguayê Sierra Loeone jî Balyozxaneya Îsraîlê vedike

Pistî Praguayê Sierra Loeone jî Balyozxaneya Îsraîlê vedike

PeyamaKurd – Hate ragihandin welatê Sierra Leone li Qûdsê balyozxaneya xwe ya Îsraîlê vedike ku beriya niha jî welatê Paraguayê biryara vekirina balyozxaneya Îsraîlê wergirtibû.

Wezareta Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku Wezîrê Derve Elî Cohen bi Serokê Sierra Leone Julius Maada Bio re pêwendiyeke telefonî pêk aniye û biryar hatiye dayîn ku balyozxaneya wî welatî li Qûdsê (Orşelîm) bê vekirin.

Hatiye diyarkirin ku biryara Sierra Leone piştî biryara welatê Paraguayê tê ku wan jî biryara vekirina balyozxaneya Îsraîlê daye.

Piştî ku Îsraîlê Qûds wekî paytexta xwe ragihandiye, hejmara balyozxaneyên welatan ên li Qûdsê gihîştiye 7 welatan. Berî niha Honduras, Brezîlya, Komara Çek û Macaristanê jî nûnertiyên welatê xwe li Qûdsê vekiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin