PeyamaKurd - Li peravên Girava Honshu ya Japonyayê erdhejek bi pileya 6.9 çêbû. Piştî erdhejê, ku di kûrahiya 52.8 kîlometreyan de çêbû, hişyariya tsûnamiyê nehat dayîn.
Li gorî Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Deryaya Spî (EMSC), li nêzî peravên rojhilatê herêma Honshu ya Japonyayê erdhejek bi pileya 6.9 çêbû.
Kûrahiya erdhejê wekî 52.8 km hat ragihandin û hişyariya tsûnamiyê nehat dayîn.
Nêzîkî nîv saet berî erdheja li Japonyayê, li Venezuelayê erdhejek bi pileya 7.1 çêbû. Pileya erdheja Venezuelayê paşê hate sererastkirin û bû 7.5.