PeyamaKurd - Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan bi tundî bersiva gefên zêdebûyî yên li dijî welatê xwe û gotinên "paqijkirina Îranê ji nexşeyê" da. Pizişkiyan dubare kir ku Tengava Hurmuzê tenê ji bo keştiyên "welatên êrîşkar" girtî ye.
Di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, Mesûd Pizişkiyan bertek nîşanî operasyonên leşkerî û gotinên tehdîdkar ên DYA û Îsraîlê da.
Pizişkiyan diyar kir, "Ew kesên ku xeyal dikin Îranê ji nexşeyê paqij bikin, li hember îradeya miletekî ku dîrok nivîsandiye bêçare ne."
"Gef û kuştin me dikin yek"
Pizişkiyan îdia kir ku hedefgirtina serokên payebilind bi kuştinan wê gel netirsîne û got, "Xeyala paqijkirina Îranê ji nexşeyê nîşandana bêçarebûn û bêhêziyê ye li hember îradeya miletekî ku dîrok nivîsandiye. Gef û kuştin gelê Îranê ji her demê bêtir dike yek."
Rewşa Tengava Hurmuzê
Pizişkiyan peyamek zelal da derbarê rejîma transîtê ya li Tengava Hurmuzê, navenda bazirganiya enerjiya cîhanî û wiha got:
"Tengava Hurmuzê ji bo keştîyên hemû welatan vekirî ye, ji bilî êrîşkarên ku axa Îranê binpê dikin."
"Bersiva me wê li qada şer be"
Serokê Îranê bi awayekî neyekser behsa daxuyanî û ultîmatomên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got, "Em ê bi biryardarî li qada şer bersiva axaftinên bêaqil û gefên bêwijdan bidin."