Pizişkiyan û Elî Zeydî bi rêya telefonê axivîn

Pizişkiyan û Elî Zeydî bi rêya telefonê axivîn

PeyamaKurd - Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan û Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî girîngiya kêmkirina aloziyên herêmî tekez kirin.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî roja Sêşemê 26ê Gulana 2026an bi rêya telefonê bi Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan re axivî.

Daxuyaniyek ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê got, "Herdu aliyan bi boneya Cejna Qurbanê li hev pîroz kirin û ji bo gelên Iraq û Îranê û tevahiya cîhana Îslamî bereket û aramiya Xwedê xwestin."

Daxuyaniyê zêde kir, "Herdu aliyan li ser têkiliyên dualî nîqaş kirin û girîngiya xurtkirina hevkariya di navbera her du welatan de ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevpar ên her du gelên cîran tekez kirin."

Di axaftinê de, ku li ser rewşa herêmê hate axaftin, herwiha li ser pêwîstiya berdewamiya hevrêzkirin û hevkariya herêmî û navneteweyî ji bo kêmkirina aloziyan, pêşvebirina diyalog û aramiyê, û beşdarbûna xurtkirina aramiyê li herêm û cîhanê hate tekez kirin.