PeyamaKurd – Donald Trump zextê li Îsraîlê dike ku bêyî li benda çekberdana tam a Hemasê bimînin, derbasî qonaxa duyem a plana aştiyê bibin. Her çend Netanyahû daxwaza çekberdanê wekî şert datîne jî, Trump diyar kir ku ev yek nabe bibe asteng li pêşiya agirbestê.
Di qonaxa nû de tê plankirin ku rêveberiya Xezeyê radestî komîteyeke teknokrat a Filistînî bibe û hêzeke ewlehiyê ya navneteweyî (ISF) li herêmê were bicihkirin. Welatên garantor (Tirkiye, Misir û Qeter) pêşniyar dikin ku Hamas pêşî çekên giran û paşê yên sivik deyne.
Tê îdiakirin ku Trump dixwaze Tirkiye di "Konseya Aştiyê" de roleke çalak bigire ser xwe û beşdarî hêzên ewlehiyê bibe. Ji aliyê din ve, Azerbêcanê beşdarbûna vê mîsyonê red kir.