Plankerên êrîşa ser dêra Mar İlyas a Şamê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li payîtexta Sûriyê li Şamê êrîş kiribûn ser dêra Ortodoksan ya Saint Elias a Ortodoks û di wexta ayînê de 25 kes hatibûn kuştin. Berdevkê wezareta kar û barên hundir yê Sûriyê Nureddin Baba ragihand ku plankerên êrîşa ser dêrê hatine girtin .
Berdevk Baba, ji bo ajansa SANAyê ya Sûriyê ragihand ku duhî yekîneyên îstîxbaratê bi serpereştiya wezaretê operasyon kirine ser plankeran. Baba got ku berpirsê plana êrîşê yê IŞİDê hucra wî tesbît kirine, operasyon kirine ser û weha got:
“Hucra qatil ya planker ji endamên IŞİDê pêktê. Kesên êrîşê plan kirina hatine girtin. Di operasyonê de gelek sîlihên sivik, teqemeniyên destî û bombe ketin dest.”
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




