Polîsê Misrê avêt ser nivîsîngeha AA ya Tirkiyê

Polîsê Misrê avêt ser nivîsîngeha AA ya Tirkiyê

PeyamaKurd- Polîsê dewleta Misrê avêt ser baregeha Anadolu Ajansı ya li Qahîrê û 5 kesan bir dereka nediyar. Di nava wan de yek jê Tirke û 4 ji wan jî xebatkarin. Wezareta karên derve ya Tirkiyê mijarê weha ragihand:

“Em li bende ne ku rêvebiriya Misrê yekser wan kesên ku li baregeha AA ya Misrê girtine ku yek ji wan Tirk e, tevî 4 xebatkarên din serbest bên berdan.”

Li ser binçavkirina her 5 kesan li Ankara bang li maslahaguzarê Misrê yê Ankara kirin ku here wezareta karên derve ya Tirkiyê.

Dema polîsê Misrê avêt ser baregeha AA ya li Qahîrê, kamerayên ewlehiyê girtin û têkiliya înternetê birin. Her weha dest danîn ser pasaport, telefon û komputerên wan û têkiliyên wan bi derve re birîn. Polîs parêzgerê AA yê derdixe derve û ligerîna xwe dewam dike.

Ev mijar dibe ku têkiliyên navbera Tirkiyê û Misrê bêhtir xerab bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin