Pompeo: “Bexda bo parastina balyozxanê soz da me”

Pompeo: “Bexda bo parastina balyozxanê soz da me”

PeyamaKurd-Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ew bi serokê Iraqê Berhem Salih û Adil Abdulmehdî re xeber daye da balyozxaneya wan ya li Bexdayê biparêzin. Berhem Salih û Adil Abdulmehdî soz dane Pompeo ku balyozxaneya Amerîkayê biparêzin. Berdevkê wezaretê Morgan Ortagus ragihand ku Pompeo bi Berhem Salih û Adil Abdulmehdî re ji hev cuda bi rêya telefonê axifiye. Oratagus weha got:

“Wezîr Pompeo got ku bo destekê bidin Iraqeka hukumran û serbixwe, hemwelatiyên Amerîkayê yên balyozxanê û bi leşkerên xwe ve li Iraqê ne û di her halî de wê hemwelatiyên xwe biparêzin. Li ser vê Berhem Salih û Adil Abdulmehdî garantiya xebatkarên Amerîkî yên li Iraqê dane.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin