PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, “Divê bi ti awayî nehêlin Îran bi ti rêjeyekê ûranyûmê dewlemend bike.”
Mike Pompeo da xuyakirin ku divê dewlemendkirina ûranyûmê li Îranê di bin rêjeya hatiye diyarkirin de be û qet zêdekirina wê neyê pejirandin.
Hêjayî gotinê ye, piştî biryara Parlamena Îranê ya zêdekirina rêjeya dewlemendkirina ûranyûmê, Berdevkê Rêxistina Enerijiya Atomî ya Îranê Behroz Kemalwendî jî bi daxuyaniyekê, gefa dewlemendkirina ûranyûmê heta rêjeya 90% xwaribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin