Prensesa Norwecê di 94 saliya xwe de koça dawiyê kir

Prensesa Norwecê di 94 saliya xwe de koça dawiyê kir

PeyamaKurd – Prensesa Norwecê ya bi navê Prenses Astrid (94) piştî wefata birayê xwe qral V. Harald jiyana wê dewam nekir û di 94 saliya xwe de wefat kir. Herî dawiyê di merasima cenazê birayê xwe yê li Oslo de hatibû dîtin.

Koşka qraliyeta Norwecê, wefata Prenses Astrid ragihand. Qralê nû yê derketiye ser textê Norwecê VIII. Haakon ragihand ku meta wî Prenses Astrid di temamê jiyana xwe de, bi zanista malbata qraliyetê nûnertiya qraliyetê kiriye.

Serokwezîrê Norwecê Jonas Gahr Støre got ku wê temamê mesrefên cenaze ji aliyê dewletê de bê dayîn û li seranserê welat dê alê daxînin nîvî.

Astrid ji sala 1954an heya niha prensesiya wê ya li Norwecê dewam dike.

Heya niha bernama merasima defna cenaze nehatiye diyarkirin.