PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin 5 generalên ku di wezaret û dezgeyan de wezîfe dikirin, wan ji wezîfa wan girt. Biryarnameya Putin di Sîstema Dewletê ya Agahiya Qanûn de hat belavkirin.
Li gor biryarnameyê li deverên cuda yên Rûsyayê generalên ku di wezareta karên hundir, di Wezareta Halên Lezgîn, di Komîta Lêpirsînê û Zîndana Federal de rêvebiriyê dikirin û pileya wan generale,wan ji wezîfê hilanî.
Sedemên sitendina ji wezîfeya wan generalan nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin