Putin bi Îsraîlê û Îtalyayê re axifî

Putin bi Îsraîlê û Îtalyayê re axifî

PeyamaKurd- Serokatiya Rûsyayê ragihand ku bi rêya telefonê serokê Rûsyayê Vldimir Putin bi Benyamîn Netenyahû û bi serokwezîrê Îtalyayê bi Giuseppe Conte re li ser mesela Lîbyayê axifiye. Di beyana Rûsyayê de weha hat gotin:

“Divê her dû alî krîza xwe bi rêya hevdîtinan helbikin. Rûsya bi navbeynkariya Neteweyên Hevgirtî û civaka navdewletî hewla çareseriya Lîbyayê destek dike.”

Putin ser mijara Sûriyê bi Netenyahû re axifiye û li ser gelek mijaran rawestiyane. Berê jî hatibû gotin ku wê Putin di bernameya xwe ya 2020an de, seredana Îsraîlê bike û di vê mijarê de li ser têkiliyên dualî rawestiyane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin