PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di nameya ji bo beşdarên Lûtkeya Erebî de tekezî li ser girîngîdana welatê xwe kiriye ji bo pêşvebirina pêwendiyên dostane yên ligel welatên Erebî, da ku bi awayekî bi bandor rûbirûyî gef û astengiyan bibin.
Li gor malpera Russia Todayê diyar kiriye, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nameyek ji bo beşdarên Lûtkeya Erebî ya li bajarê Cîddeyê şandiye û gotiye, Rûsya girîngiyeke mezin dide pêşvebirina pêwendiyên dostane û hevkariyên hevbeş ên avaker ligel welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê.
Herwiha Putin destnîşan kiriye, ew rijd in li ser berdewambûna piştevanîkirina hewldanan ji bo çareserkirina kêşeyan bi rêya aştiyê, ji wan kêşeyan; qeyranên Sûdan, Yemen, Lîbya û Sûriyê, ligel rêzgirtina bêyî binpêkirina serweriya welat û birgeyên niha yên yasayên navdewletî.
Herî dawî daye zanîn, Rûsya pêşkêşkirina hemû hevkariyan ji bo yekalîkirina milmilaniya Filistîn û Îsraîlê li ser bingeha biryarnameyên Neteweyên Yekgirtî, didomîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin