PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku ger leşkerên Ûkraynayê yên li herêma Kûrskê çekan deynin û teslîm bibin, jiyana wan dê xilas bibe.
Hat ragihandin ku ev daxuyanî bersivek e ji bo banga Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Pûtîn, ku berê wan weke “terorîst” bi nav kiribû, soz da ku “muameleya baş” bê kirin.
Lê belê, medya Ûkraynayê îdia dike ku hêzên Rûsyayê girtiyên şer îdam dikin. Pûtîn, Ûkraynayê bi sûcên li dijî sivîlan tawanbar kir.
Hat ragihandin ku Rûsya, dê bi piştgirîya Koreya Bakur demeke nêzîk kontrola Kûrskê bi dest bixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin