‘Pûtîn û Zelensky besdarî heman lutkeya navdewletî dibin’

‘Pûtîn û Zelensky besdarî heman lutkeya navdewletî dibin’

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî şerê zêdetirî 7 mehan ê Rûsya û Ukraynayê, serokên herdu welatan Vladimîr Pûtîn û Volodimir Zelensky qebûl kirine beşdarî Lutkeya G20an bibin.

Li gorî daxuyaniya Balyozê Îmarata Erebî yê li Endonezyayê Husîn Bagis, ji bo Lutkeya G20an a li bajarê Balî yê Endonezyayê ku di navbera 15-16ê Mijdara bê de tê lidarxistin, Pûtîn û Zelensky jî hatine vexwendin.

Bagis diyar kiriye ku herdu lîderan beşdariya G20an qebûl kiriye, lê hîn Zelensky biryara xwe ya dawî nedaye û ew ji niha ve otelên ku lê bimînin û bergiriyên ewlehiyê yên pêwîst diyar dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin