PeyamaKurd - Parlamentoya Îranê bi armanca hilbijartina desteya serokatiyê ya nû civîneke taybet li dar xist.
Di rûniştina ku vê sibehê hat lidarxistin de, Serokê Parlementoyê yê heyî Mihemed Baqir Qalîbaf, bi dengên parlementerên xula 12emîn, ji bo cara heftemîn a li pey hev wekî Serokê Parlementoya Îranê hat hilbijartin.
Ev serkeftina nû ya ku îro 25ê Gulana 2026an di medyayê de cih girt, nîşan dide ku baskê muhafazakar ê welat hîn jî bandoreke mezin li ser biryarên qanûnî û siyasî yên navxweyî dike.
Li gorî sîstema navxweyî ya parlamena Îranê, desteya serokatiyê ji 12 endaman pêk tê ku ji serokek, du cihgirên serok, sê çavdêr û şeş katîban pêk tê.
Herwiha di nav meclîsê de 13 komîsyonên pispor hene ku her yek ji wan xwediyê desteyeke serokatiyê ya şeş endamî ye (serok, du cihgir, peyvdarek û du katîb). Endamên desteya serokatiya giştî ya meclisê bi dengdana rasterast a hemû parlementeran tên destnîşankirin, lê desteyên serokatiya komîsyonên pispor ji aliyê endamên heman komîsyonê ve û tenê ji bo dema salekê tên hilbijartin.