Qatar û Pakistan li ser Îranê axifîn

Qatar û Pakistan li ser Îranê axifîn

PeyamaKurd – Serokwezîr û hem wezîrê karên derve yê Qatarê Muhammed bin Abdurrahman Al Sani, bi serokwezîrê Pakistanê bi Şahbaz Şerif re, li ser pirsgirêka Îranê ya bi DYA re, di rêya telefonê de axifî û pêşdeçûnan rave kirin.

Wezareta karên derve ya Qatarê di mijarê de got ku Al Sani û Şerif, di rêya telefonê de axifîne û her weha behsa pêwendiyên navbera her dû welatan jî kirine. Her dû serokwezîr behsa daxistina asta şer û gengeşeyên navbera DYA û Îranê kirine dê çawa karibin destekê bidinê.

Al Sani, di axaftinê de rola Pakistanê ya di agirbesa navbera DYA-Îranê de bilind nirxand, piştgiriya navbeynkariyê kir û got ku Qatar amade ye ji bo aştiya navbera her dû terefan destekê bide.

Al Sani, ji bo di herêmê de aştî û aramî bibe çi ji dest tê dê bike û alîkariya xwe ya ji bo pêşdeçûna muzakereyan ragihand.