Qesta kustina Serokwezîrê Libyayê hat kirin

Qesta kustina Serokwezîrê Libyayê hat kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê hikûmeta veguhêz a Libyayê  Ebdulhemîd El-Debîbe ji êrîşa hewla kuştina wî hatiye dayîn rizgar bûye.

Li gorî ragihandina medya Erebî ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyekî nêzîkî serokwezîriyê dema El-Debîbe vedigeriya mala xwe, rastî hewleke kuştinê hatiye, lê ew helwldana êrîşê bi ser neketiye.

Çavkaniyê daye zanîn ku bûyer ji dozgerê giştî re hatiye veguhestin da ku dest bi lêpirsînê bike.

Herwiha piştî wê bûyerê, wesayîtên leşkerî û zirxî li Terablusê û taxa El-Endelus geriyane û heta niha kesên bûyer pêk anîne nehatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin