Qeter: Hamas û Îsraîlê li ser peymaneke nû ya alîkariyê li hev kirin

Qeter: Hamas û Îsraîlê li ser peymaneke nû ya alîkariyê li hev kirin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand ku di navbera Îsraîl û Hamasê de lihevkirinek pêk hatiye, ku di berdêla gihandina dermanan ji bo girtiyên li Xezzeyê, derman û alîkariyên mirovî ji sivîlên herêmê re were şandin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Mecîd el-Ensarî ragihand ku di navbera Hamas û Îsraîlê de lihevkirinek heye ku derman û alîkariyên mirovî ji sivîlên li Şerîda Xezzeyê re, bi taybetî herêmên ku herî zêde zirar dîtine, were şandin. Ji bo gihandina dermanên ku ji bo girtiyên Îsraîlî yên li Şerîda Xezzeyê hewce ne û diyar kir ku lihevkirinek pêk hatiye.

Ensarî diyar kir ku peymana navborî bi navbeynkariya Qeter û Fransayê bi ser ket û diyar kir ku wê sibe bi 2 balafirên Hêzên Çekdar ên Qeterê ji bo Xezzeyê derman û alîkarî ji bo El Arîş a Misrê were şandin.

Ensarî bal kişande ser wê yekê ku Qeter wê bi hevkarên xwe yên heremî û navneteweyî re ji bo bidawîkirina şerê li Şerîda Xezzeyê xebatên xwe bidomîne.

Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam baskê çekdar ê Hamasê duh ragihandibû ku di êrîşên hewayî û bejayî yên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê de êsîrên Îsraîlê Yosî Şarabî û Îtay Svirsky jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, li Şerîda Xezzeyê hêj 136 girtiyên Îsraîlî hene.

Di navbeynkariya Qeter û Misirê de 81 mehkûmên Îsraîlî û 240 Filistînî bi hev re hatin berdan di dema bêhnvedana însanî ya şerê li Xezzeyê de ku di 24ê Mijdara 2023an de 4 roj hat dayîn û paşê 3 rojan hat dirêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin