PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Qeterê daxuyaniya Serfermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê ku tê de hatibû îdîakirin 3 pîlotên wan ji aliyê Qeterê ve hatine girtin, bi temamî red kir.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Îranê di 2yê Adarê de qada hewayî ya Qeterê binpê kirine û tevî hewldanên pewendiyê jî bersiv nedane.
Rayedarên Qeterî ragihandin ku îdîayên dîlgirtina pîlotan ne rast in û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê tenê gihîştine cenazeyê pîlotekî û ji bo teslîmkirina wî bi aliyê Îranê re di têkiliyê de ne.