PeyamaKurd- Qralê Erebistana Si’ûdiyê got ku ew piştgiriyê dide hewldanên Neteweyên Hevgirtî da şerê li Yemenê raweste. Neteweyên Hevgirtî hişyarî dabû ku li Yemenê 14 mîlyon kes di sînorê tinebûnê de ne.
Selman, di dema meclisa şûrayê ya dewra xebata nû de, li ser gelek babetên girîng axifî. Mijarek jê mijara Fîlîstînê bû ku bo wan mijareka girîng e. Selman weha got:
“Em weka ûsûl girêdayê şerîeta îslamê ne. Em girîngiyê didin navbeynkariyê, nermahiyê û xweşbîniyê. Bo pêşdebirina aboriya welat, esas hêza me hemwelatiyên Erebistanê ne. Planên geşepêdanê yên qraliyetê di heman demê de bipêş de diçin û digihên hedefên xwe. Min weka meclisa şûrayê ferman da welîahd prens da hêza mirovî bipêş bixe û xwe bide ser nesla nû da wan bo pêşerojê amade bike.”
Selman di mijara dorpêçên ser Îranê de ragihand ku divê bernameyên Îranê yên fuzeyên balistik dawî lê were.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin