PeyamaKurd – Qralê Fasê Muhammedê 6 em li ser mijara Sahra Rojava bi sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî bi Antonio Guterres re di rêya telefonê de axifî û got:
“Eger li hemberê ewlehiya me, di mijara Sahra Rojava de yek tehdîdekî biçûk çêbibe, di çarçoveya xweparastinê de, em e bersivên dijwar bidin.”
Qral Muhammed di telefonê de bi Guterres re li ser mijara Sahra Rojava axifî û hem behsa herêma tampon ya Gergaratê kirin ku xelkê Sahrayê tê de dijî. Muhammed ragihand ku temamê keda Guterres belaş çûye û çi wezîfe ketibe aliyê Fasê kiriye. Kampa ku Sahrayî tê de ne, ji nûde mirov diçin û tên û bazirganiya wê derê serbest kirine û Fas li Sahrayê li ser soza xwe ya agirbesê ye.
Welatê Sahra Rojava di sala 1975 an de koloniya Îspanyayê bû û Fas û Morîtanya bi hevre Sahrayê kirin du perçe û xistin ser axa xwe. Paşî rêxisitna Sahrayê POLISARIO li hemberê her dû dewletan şer kir û niha hinek ji xelkê Sahrayê di kampan de dijîn û dora wan têlkiriye. Polisario di 14 ê vê mehê de ragihandibû ku ji peymana sala 1991an ji peymana navbera wan û Fasê bi awayekî yekalî jê vekişiyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin