Rojhilat | Li Bane bazirganekî Kurd bi gulebarana pasdaran hat kustin

Rojhilat | Li Bane bazirganekî Kurd bi gulebarana pasdaran hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 2yê Hezîranê danê sibehê, li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bazirganekî kurd ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hat kuştin.

Li gorî zanyariyan pasdaran li nêzîkî gundê Bilke yê bajarokê Bane yê parêzgeha Sine, otomobîla bazirganekî kurd ê bi navê Husên Ferecî (63 salî) dan ber guleyan.

Hat zanîn ku ew bazirganên Kurd encama wê êrîşê de can daye ku pasdaran bi hinceta barê qaçax gule bi ser de reşandine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin